P��eka Nav�n
Ser�pel
N��e
Joomla! Kurd�
Php Fusion Kurd�
Php Nuke Kurd�
Xizmet�n Hosting�
Der bar� me de
T�kil�
PcKurd.Net
Be�a R�veberiy�
 
N��ey�n Daw�
 




Niha 2 m�van t� de ye
T�ketin





Qey te ��fre ji b�r kir?
Ma tu ne endam �? Bibe Endam


 

BI XATIR� WE

KOMELEYA ME HATE GIRTIN. HEM JÎ JI ALIYÊ KURDAN VE. PÊ�IYA ME HATE GIRTIN. TU KESÎ ÎHTIYAC BI KOMPUTERGERIYA KURDÎ NEDÎT. ME JÎ BI YA WE KIR Û EM JÎ WEKÎ WE.

EM VÊ MALPERÊ NAGIRIN. BELKÎ TI�TÊN KU HÛN LÊ DIGERIN JI WE RE LAZIM BIN, HÛN BIXWAZIN JI VIR DAXIN.

LÊ ÊDÎ EV DER SERGOYEKÎ KURDAN E. BIMÎNIN DI XWE�IYÊ DE. EM JÎ DI RE�IYÊ DE. 

 
Kurdiya Vivo

Vivo Kurd?Wekî hûn dizanin edîtorê me Rêzan Tovjîn berî niha bi demekê diyar kir ku wî dest ji xebatên kurdî berdaye. Ji wê rojê heta îro li ser malpera me ti�tekî nû nehatiye we�andin. Hevalên din ên komputerger jî tu ti�tek ne�andine.

Di destê me de kurdiya Vivo 3.4 heye. Mînaka Vivo hûn dikarin ji NewsKurd.Com bibînin. NewsKurd bi Vivo 3.4 hatiye sazkirin. Kesên ku bixwazin malpereke wiha bi kurdî saz bikin dikarin peldanka ziman ji vir daxin. 

Pi�tî we ev peldanka ziman daxist, hûnê bibînin ku me bi bernameya 7 Zip ew pêçaye. Yanî me bi Winzip an jî bi WinRar nepêçaye. Ji bo vekirina vê pelê divê 7 Zip li ser komputera we hebe. Çima 7 Zip? Ji ber ku hem bi kurdî ye, hem jî di cîhanê de bernameya herî ba� a pêçane ye. Her cure pêçanan jî vedike.

Kesên ku nizanin Vivo saz bikin jî dikarin wiha saz bikin. 1- Pakêta Vivo ji Vivo.Net daxin. 2- Ev peldanka ziman ku we ji vir daxist, bi navê lang têxin hundirê peldanka include. Jixwe berê di include de peldanka lang heye û di wir de hemû ziman hene. Lê kurdish di wir te tune. Me kurdish lê zêde kiriye. 3- Dûre hemû dosiyan biavêjin hundirê root a malpera xwe. Li gerok (browser) wiha binivîsin, mînak www.MalperaTe.com/installer

Dema te wisa nivîsand dê be�a sazkirinê vebe. Li wir navê danegeh (database) û �îfreya wê binivîse. Dûre agahiyên te dixwaze, wan jî binivîse. Evqas. Vivo hate sazkirin.

Vivo ne Nivîsbariya Azad e. Lê ji ber ku gelek kesan dixwestin ku Portaleke Nûçeyan saz bikin, edîtorê me Rêzan Tovjîn wergerandibû kurdû û heta niha me newe�andibû.

Kovara Bername Net 

 
WinHTTrack bi kurd�

WinHTTrack bi kurd?Dema we xwest hûn malpereke wekî malpera A, B an jî C çêkin hûnê çawa bikin? Riyeke hêsan heye. Bi navê WinHTTrack bernameyek heye ku kîjan malpera hûn bixwazin dike HTML û dadixe ser komputera we. Dûre hûndikarin bi hêsanî bi bernameyeke wekî NVU an jî DreamWeaver wê li gor dilê xwe çêkin.

Bernameya WinHTTrack ji httrack.com daxin. Dûre jî vê peldankê ji cem me daxin. Ji vê pela pêçayî derxin û têxin hundirê c:/program files/winhttrack Evqas.

Ev wergerên me yên kevin in. Wergerên me yên nû dê çênebin. Xebatên me yên komputergeriya kurdî li vir qediyan.

Em di nav çiravê de westiyan.

Bimînin di xwe�iyê de. 

 
HEJMARA TAYBET
Hejmara Taybet 1

HEJMARA TAYBET NEXWAZE. EW DI 15.12.2006'AN DE DERKET. 1000 HEB HATE ÇAPKIRIN Û DI DEPOYÊ DE RIZIYAN. JI BER KU KURDÎ BÛN. EM PO�MAN IN KU ME EV KOVAR DERXIST. ME JEHR XWAR.

LÊ DINYA NE BI ZOR E, BI DOR E. ROJEKÊ DÊ DERKEVIN Û JI ME DENG BIXWAZIN. ROJEKÊ QEY DÊ LI QADÊN HILBIJARTINÊ QALA MAFÊ KURDAN Û ZIMANÊ KURDAN BIKIN. EMÊ WAN DI BIN BACAN Û HÊKAN DE BIHÊLIN.

 
Kongreya Karger� hate tax�rkirin

Duyemîn Kongreya Kargerê ji ber kêmasiyên amadehiyê hate taxîrkirin. Kongreya komeleyê dê roja 04.02.2007'an li Hêwana Konferansê ya Enstîtuya Kurdî pêk bê. Ji ber ku tê dê Karger di kongreya duyemîn de rêzikname û belgeyên xwe li gor Nivîsbariya Kurdî û Tevgera Ziman û Perwerdeyê biguhare, amadehiyên kongreyê neqediyan û kongre heftiyekê hate taxîrkirin. Rêveberiya komeleyê ji endamên xwe re peyam bi riya telefonê �andin û ji bo vê taxîrkirinê lêborîn xwestin.

D�mah�k� bixw�ne...
 
Flash Player 9 ji bo Linux derket

Adobe Systems ji bo Linux'ê guhertoya dawî ya Flash 9 a lîstikerê Flash we�and.

Heta niha ji bo Linux Adobe Flash Player 7 dixebitî û guhartoya Flash 9 li ser Linux'ê nedixebitî. Êdî guhartoya Flash 9 jî ji bo Linux'ê hate we�andin. Ji niha û pê ve bikaranîna pelên flash li ser Linux'ê 10 qedan hêsantir e. Flash 9 berî niha bi 6 mehan ji bo Windows û Mac OS X hatibû we�andin, lê ji bo Linux'ê nehatibû we�andin.

D�mah�k� bixw�ne...
 
Ji bo zarokan X�zkirina W�neyan

 Zarokno werin em niha jî hinekî boyaxkirinê hîn bibin. Di vê lîstika me de gelek lîstikvanên Xêzefîlman hene. Yekî hilbijêrin û ji xwe re boyax bikin.

Li kêleka rastê hûn rengên boyaxan dibînin. Yekê ji wan rengan nî�an bikin û bi destê xwe wêne li gor dilê xwe boyax bike. Dûre nî�anî dayik, bav û hevalên xwe bide, ku te ba� çêkiriye an na. Heke wan gelek puan dane te, nexwe tu gelekî zîrek û jîr î. Fermo Vir Bitikîne û Xêz Bike. 

D�mah�k� bixw�ne...
 
Alienegg

 Zarokno merheba. Di vê lîstika me de wekî hûn dibînin mekîneyeke biyanî ji aliyê rastê ve tê. Her ku ew hat divê mirov bi mi�k pê li hêkê bike û hêkekê bavêjê. Heke hêk lê bikeve dê mekîneya biyaniyan bikeve. Pênc hêkên me hene. Heke hêka te li biyaniyan nekeve, dê heqekî te here. Heke pênc hêkên te li biyaniyan nekeve, hemû heqên te jî diherin.

Heta lîstik xelas bibe divê mirov puanên herî bilind bistînin. 

D�mah�k� bixw�ne...
 
CEJNA TE P�ROZ BE
 
 
Rew�a RAM'an
Kingston KHX8500D2K2/1G

Ji Kingston moduleke RAM'an a ji dervî standardan

 Hilberîner..: Kingston
Fîrma.......: Armada / Asnet / Index 
Telefon...........:
Biha..............: 270 USD
Malper...............: www.kingston.com
Standarda wê......: PC2 8500
Kapasîte..........: 2 x 512 MB
Frekansa Çalak....: 1066 MHz
Derengiya CAS.....: 5 zîvirok
Derengiya RAS-CAS.: 5 zîvirok
Derengiya pê�barkirina RAS...: 5 zîvirok
Derengiya zîvirok a RAS......: 15 zîvirok

Kingston KVR800D2N5K2/2G

Bîrên erzan ên rêza Value RAM

 Hilberîner..: Kingston
Fîrma.......: Armada / Asnet / Index 
Telefon...........:
Biha..............: 325 USD
Malper...............: www.kingston.com
Standarda wê......: PC2 6400
Kapasîte..........: 2 x 1024 MB
Frekansa Çalak....: 800 MHz
Derengiya CAS.....: 5 zîvirok
Derengiya RAS-CAS.: 5 zîvirok
Derengiya pê�barkirina RAS...: 5 zîvirok
Derengiya zîvirok a RAS......: 15 zîvirok

 

 
<< Vegere Ser� < Ya Bor� 1 2 3 4 Ya Pi�tre > Here Dawiy� >>
 
Encam 1 - 20 a/ya 69
 
   
Topl�sta Malperistan [Malper�n Kurd�]